“Serokomar YNKê dike 2 beş”

Li gor raporteke rojnameya “aawsat” çapa Londonî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jib o diyarkirina berbijarê Serokomarê Iraqê bûye du beş û biryar e civînekê yekalîkirina vê postê encam bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raporteke rojnameya “aawsat” çapa Londonî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jib o diyarkirina berbijarê Serokomarê Iraqê bûye du beş û biryar e civînekê yekalîkirina vê postê encam bide.

Li gor zanyariyên wê rojnameyê, di civîna Yekşemê 16ê vê mehê de Polîtburoya YNKê bi ser du aliyan ve dabeş bûye. Piraniya endaman piştevaniyê ji Mela Bextiyar re dikin bo wergirtina posta Serokomariya Iraqê û aliyekê din jî piştevaniyê li Letîf Reşîd ku hevlingê Mam Celal e dikin.

Wê rojnameyê nivîsiye, malbata Talebanî li pişt Letîf Reşîd e, lê hejmarek ji serkirdeyên din li pişt Mela Bextiyan in ji ber eger e şansê wî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hebe.

Ev yek di demekê de ye, Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed di dawî daxuyaniya xwe de gotibû: “Posta Serokomar vê carê ji mafê PDKê ye.”

Da zanîn jî, ji ber dabeşbûna serkirdeyên YNKê li ser wê pirsê, YNKê yekalîkirina berjarê postê serokomariyê bo civîneke din ku tê pêşbînîkirin di du rojên bê de be, hîşt.

 

S. B