Hevpeymaniya El-Fetih: Yekemîn karê me derxistina Amerîka ji Iraqê ye

Hevpeymaniya El-Fetih bi serokatiya Hadî El-Amirî, ku piştevaniya Îranê dike, eşkere kir, ku yekemî karê wan di Hikûmeta nû ya Iraqê de, wê derkirina hêzên Amerîkî be ji Iraqê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevpeymaniya El-Fetih bi serokatiya Hadî El-Amirî, ku piştevaniya Îranê dike, eşkere kir, ku yekemî karê wan di Hikûmeta nû ya Iraqê de, wê derkirina hêzên Amerîkî be ji Iraqê.

Endamê Perlemana Iraqê ji lîsta Hevpeymaniya El-Fetih Intisar Mûsewî ragihand, ku karê wan ê sereke di Hikûmeta nû ya Iraqê de, derxistina hêzên Amerîkî ye ji Iraqê û tekez kir, ku sizayên Amerîka li ser girûpên Islamî yên di nav Heşda Şeibî de, bê mifa ne û pirojeyekî welatên rojava ye û mezhebî ye, li dijî girûpên Islamî, ku li Iraqê şerê DAIŞê dikin.

Ev yek di demekê da ye, ku berî niha Amerîka siza li ser çend girûpên Heşda Şeibî sepandibû.

N.O