Amerika: Îran dixwaze Iraq lawaz be

Ligor Haley Îran dixwaze Iraq lawaz be, ji bo ku bikaribe bandora xwe ya zêdetir liser Iraqê hebe

K24 – Navenda Nûçeya

Nûnera Amerika di Neteweyên Yekgirtî de Nikki Haley, di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de rexneyên giran li Îranê kirin.

Haley destnêşankir ku, ew welatê ku destwerdan a herî zêde li Rojhilata Navîn dike Îran e. Herweha kiryarên Îranê di herêmê de bi êrîşkarî binav kir.

Nûnera Amerika liser siyaseta Îranê li Iraqê rawestiya û diyarkir: “Milişyayên li Iraqê çekên Îranê bikar tîn in, Îran wan rahênan û bi çek dike. Hin agahdarî hene ku, mûşek jî radestî wan milişyatan kirin e. Îranê êrîşî herêma Kurdistanê kir û 11 kes di encam de jiyana xwe jidest dan Encûmena Asayişa vê êrîşkariya Îranê divê bigre dest”.

Ligor Haley Îran dixwaze Iraq lawaz be, ji bo ku bikaribe bandora xwe ya zêdetir liser Iraqê hebe.

 

 

 C.B