PDK-S: Referandûm kevirê bingehîn ê serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê bû

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) bi boneya salvegera roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) bi boneya salvegera roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Polîtburoya PDK-Sê îro 25ê Îlonê Roja Referandûma Serxwebûna Kurdisatanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Barzanî û PDKê kir û ragihand: “Bi salvegera Roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê pîrozbahiyê li serkirde, endam û alîgirên PDKê û hemû law û keçên Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê yên netewî û olî dikin.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Referandûm rojeke dîrokî ya girîng e, ne tenê li ser asta Kurdistana Iraqê, belkû kevirê bingehîn ê serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê bû, ku gel gotina xwe bê dudilî got û bi rêjeya zêdetir ji sedî 92 dengê belê da, ku cîhan bi tevahî sersam kir û tîna xwe ji azadî û serxwebûnê re nîşan da.”

Polîtburoya PDK-Sê amaje bi wê jî kir, “Tevî plangîriya dijmin û nehezan û aliyên xirabiyê dikin, hat çespandin ku dema hişmendiya serkirdatiyê û vîna gel rast hev tên, bêgûman encamên baş û serkeftin pêk tên, ev yek jî di van rojên dawî de diyar bû, ji wê jî serkeftina di hilbijartina parlemantoya Iraqê de ku PDKê partiya yekem bû di nava hemû partiyên Iraqê de. Herwiha dê çend rojên bê de jî wê yekê di hilbijartinên parlemantoya Kurdistanê de biçespîne diyar bike ku çendî cemawerê Kurdistanê li pişt Partiya Barzaniyê Nemir û projeya netewî ya Kurdistanê ya Serok Mesûd Barzanî serkêşiya wê bi hîmet û karînên bilind dike ye.”

Di dawiyê de Polîtburoya PDK-Sê dibêje: “Cenabê Serok û biraderên PDKê em tekez dikin ku emê di rojên xweşî û nexweşiyê de bi hev re bin û bi berdewamî hewl bidin ji bo bihêzkirina pêwendiyên xebatê û cibicîkirina armancên gelê me yên ber bi azadî û diyarkirina çarenivîsê ve li gor rêbaza Barzaniyê Nemir. Careke din salvegera yekem a referandûma serxwebûna Kurdistanê ya dîrokî pîroz dikin.”

 

S. B