Erdogan gefan dike

Erdogan: Me Cerablus û Ra'î ji DAIŞê pak kir û me Efrîn ji PKKê û PYDê û YPGê pak kir. Armanca me ew e, ku em ji Minbicê ve heya sînorên Iraqê, axa Sûrya ji tîrorîstan pak bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku armancma wan ji Minbicê ve heya sînorên Iraq, axa Sûryê pak bikin.

Di dema beşdariya wî di 73yemîn kombûna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê, Serokê Tirkiyê gefa pakkirina sînoran ji PKKê û YPGê kir û got: Me Cerablus û Ra'î ji DAIŞê pak kir û me Efrîn ji PKKê û PYDê û YPGê pak kir û 4 hezar kîlometrên çargoşe me kiriye cihekî parastî, ku bi milyonan welatiyên Sûrî, bi xweşî têde dijîn. Armanca me ew e, ku em ji Minbicê ve heya sînorên Iraqê, axa Sûrya ji tîrorîstan pak bikin.

Erdogan bi awayekî nerasterast behsa alîkariyên Amerîka ji bo YPGê kir û ragihand, ew aliyên ji bo berjewendiyên xwe yên tektîkî, bi deh hezaran kemyon û bi hezaran firokeyên barkirî bi çekan radestî terorîstan dikin, bêguman wê azara vê siyaseta xwe bibînin.

Derbarê parêzgeha Idlibê Serokê Tirkiyê got: Ketîbeyên Opozisyonê dest bi vekişînê ji Idlibê kirine. Bi bizavên Tirkiyê li Idlibê asoyek diyar bûye û divê were parastin.

Herwiha Erdogan behsa Esed kir û got: Beşar Esed bi sed hezaran ji welatiyên Sûryê kuştiye û nabe li ser desthilatê bimîne.

N.O