Serok Barzanî: Siberojeke geş li pêş gelê Kurdistanê ye

Li Zaxoyê kernevaleke cemawerî ya mezin bo piştevanîkirin li lîsta 183 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêve diçe. Serok Barzanî beşdarî wê kernevalê bû û gotarek pêşkêş kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Zaxoyê kernevaleke cemawerî ya mezin bo piştevanîkirin li lîsta 183 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêve diçe. Serok Barzanî beşdarî wê kernevalê bû û gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ku pesnê xelk û cemawerê Zaxoyê da û bi “Dil û can” binav kir, got: “Wek çawa di hilbijartinên 12ê Gulanê û referandûmê de we dîrokek tomar kir, dilniya me roja 30î Îlonê jî dîrokeke nû tomar dikin. Herwiha tekez kir: “Dixwazin bi aştî pirsgirêkan çareser bikin û rê nadin ti kesekî li ser hesabê rûmet û vîna miletê me û xwîna şehîdên me, vîna xwe bi ser me de bisepîne pû ferz bike. Ew jî bi piştevaniya xwedê, hîmeta we û qehremaniya Pêşmerge.”

Serok Barzanî got: “Hûn dizanin di Gulana bûrî de hilbijartineke girîng ji parlemantoya Kurdistanê re hat kirin, ew hilbijartin girîng bû, ji ber ku giraniya PDKê bê nîşandan. Ji ber helwestên neteweyî yên PDKê, wan texmîn dikir ji ber qeyran û sitema li miletê me hate kirin, ji ber ku bi aştiyane raya xwe derbirî û biryar li çarenivîsa xwe da û hemû jî beşdar bûn, PDKê siza bidin. Li dawiyê jî berpirsatî xistin ser milê PDK û milê min û belê ez berpirsyar im û min li stûyê xwe girt û îro jî bi serbilindî jê derketin. Wan texmîn dikir gelê Kurdistanê ji ber wê qeyranê PDKê siza bide, lê xewna wan pêk nehat û bi hîmeta we PDK bû partiya hejmar yek li ser astê hemû Iraqê. Giraniya PDKê diyar bû çend e û hemû kesek dizane PDKê hejmareke gelekî mezin û girîng e û bê PDKê ti biryar nayin dayîn.”

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, “Hin ji berpirsên Bexdayê şev û roj mijûlî wê yekê bûn ku dijminatiya gelê Kurd û mafê gelê bikin ferhengek, her ku zêdetir dijminatî nîşan bida xwe dikir qehremanê meydana Erebî, lê gelê Iraqê neket bin bandora wan kesan û ew kesên dixwastin dijminatiyê bixin navbera Kurd û Ereban de siza dan. Cenabê Barzanî ji Şoreşa Îlonê ve digot şerê me bi hikûmetê re ye û nabe bibe şerê di navbera me û milet de. Em û Ereb, Tirk û Faris bira ne. Nakokiyên me û hikûmetê li aliyekî ne, lê divê biratiya miletan biparêzin.”

Li ser hilbijartinên 30î Îlonê, Serok Barzanî got: “Hilbijartina30î Îlonê, hilbijartineke çarenivîsaz e û bi yekcarî girîng e. PDK çend serkeftineke mezin bides bîne, ewqas destê PDKê bê vekirin û gavên mezin bavêje. Bi piştevaniya we guhartinên mezin û çaksaziyên seranserî dikin. Heger em dixwazin careke teror ji me re nebe gef û çavê kesekî din ne li ser welatê me be û wî dagîr neke û em dixwazin bextewer û serfiraz bin, pêwîst e PDK di vê hilbijartinan de biser bikeve.”

Herwiha got: “Ji ber ku gelê me roja 25ê Îlonê biryara xwe da, em rastî qeyraneke mezin bûn, lê xweragiriya we bû sedema bi serbilindî jê derkevin û rojên nexweş derbas bikin û roja geş û xweş ji hemû welatiyên Kurdistanê re li pêş e.”

Ragihand jî, “Kurdistan welatê hemûyan e, welatê Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûrî, Kildan, Siryan û Ermenan e û azadî ji hemû ol û mezheban re ye. Em bi vê ferhengê serbilind in û hêvîdar i mew ferhemg parastî be û bawer im dê parastî be.”

Serok Barzanî di gotara xwe de got jî: “Di Şoreşa Îlonê de û di Şoreşa Gulanê de û di hemû qonaxan de, her pêwîst bû xwîn bo parastina vî welatê bê rijandin, Zaxo pêşeng bû. Ez behsa şerê DAIŞê bikim, du sê salan yek roj li vê deverê derbas nebû û pirseya şehîdekî yan çend şehîdan nehatibû danan. Pêşmergeyên qehremaniya li hemû deverên Kurdistanê kêmanî nekir, belkû xwîn bo têkşikandina teroristan dan.”

Li dawiyê got: “Silav bo we, silav bo xweragirî, dilsozî û qehremaniya we, silav bo giyanê şehîdên nemir û peyman didin şehîdan ku rastgo bin bi miletê xwe re û her serkeftî bin. Ji min re bûye ferhemgek û her dem dibêjim: Ber bi pêş ve û xwe neçemînin.”

 

S. B