Sûrya bi mûşekên S-300 Israîl ditirsîne

Piştî ku Rûsya biryar da, mûşekên S-300 radestî rêjîma Sûryê bike, niha rêjîma Sûryê şîretan li Israîl dike, ku careke din êrîşî wê neke.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Piştî ku Rûsya biryar da, mûşekên S-300 radestî rêjîma Sûryê bike, niha rêjîma Sûryê şîretan li Israîl dike, ku careke din êrîşî wê neke.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûrya Fêsel Miqdad, di daxuyaniyekê de ji bo Ajansa Nûçeyên Çînî, hişyarî da artêşa Israîl û ragihand, ku berî niha Israîl bi bihaneyên cuda êrîşî Sûrya dikir, lê heger vê carê bixwaze êrîş bike, divê baştir li biryara xwe vegere.

Fêsel Miqdad got jî: Bihêlin bila Israîl êrîş bike, emê berevaniyê li xwe bikin wekî ku me herdemî kiriye.

Piştî xistina firokeyeke serbazî Rûsî li ser ezmanê Sûrya, Mosko Israîlî tometbar kir û biryar da, ku di nava du hefteyan de, mûşekên S-300 radestî rêjîma Sûryê bike.

Ji aliyê xwe ve, berpirsên Israîlî di nûtirîn daxuyaniyên xwe de, tekez kirin, ku ewê êrîşên xwe li ser axa Sûrya berdewam bikin, lê ewê hevrêziyê li gel Rûsya bikin.

N.O