NATO ya Erebî tê damezrandin

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo ligel Wezîrên derve yên welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê, liser damezrandina pêkhateya serbazî ya Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn hevdîtin lidar xist

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerikayê Mike Pompeo ligel Wezîrên derve yên welatên endamên Konseya Hevkariya Kendavê, liser damezrandina pêkhateya serbazî ya Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn hevdîtin lidar xist.

Ligor daxûyaniya nivîskî ya Peyvdara Wezareta derve Heather Nauert, Wezîrê derve yê Amerikayê di çarçoveya Komelgeha Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li Newyorkê bi Wezîrên derve yên Erebistana Siûdî, Behreyn, Misir, Ûrdin, Kuweyt, Ûmman, Qeter û Emîratên Yekgirtî yên Erebî re civiya û babeta damezrandina Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn – MESA, ku wekî NATO ya Ereb tê binavkirin, girtin dest.

Di daxûyaniya Nauert de hatiye ku: “Pompeo û wezîrên din ên derve, jib o pêkanîna ewleyî û aramiya herêmê di çarçoveya Konseya Hevkarî ya Kendavê de, jib o pêkanîna Hevkariya Stratejîk a Rojhilata Navîn civînên berhemdar lidar xistin. Wezîrê derve Pompeo di mehên pêş de, dê liser vê babetê hevdîtinên xwe dom bike”.

Herweha di daxûyaniya Nauert de hat diyarkirin ku, destwerdanên Îranê metirsiyan hemberî ewleyî û aramiya herêmê peyda dike û Amerika û hevkarên xwe dê têkoşînê lidij van kiryaran Îranê bidin.

 

 

C.B