Nêçîrvan Barzanî: Xwendin ji bo avakirina welat û civakeke bihêz e
K24 – Navenda Nûçeyan
Di rêwresmekê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xwendekarên serkfetî xelat kirin û ragihand, tevî rewşa qeyranê di salên bûrî de, ti rojekê sistbûna me ji piştevanîkirina perwerde û xwendinê diyar nebû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (29-09-2018) li Hewlêrê beşdarî rêwresma xelatkirina xwendekarên yekem ên werzê xwendinê yê 2017-2018ê bû û gotarek pêşkeş kir.
Di gotarê de Nêçîrvan barzanî got, tevî kêmaniyan lê tevgera xwendinê li Herêma Kurdistanê karî destkeftên mezin bidest bîne. Xwendekaran careke derxist ku zîrekiya xwendekaran vedigere wî û mamosteyên wî, piştre vedigere şert û merçên rewşa siyasî.
Herwiha got: “Hêvîdar in lawên Kurdistanê hemû ji her tiştekî din zêdetir berên xwe bidin xwendin û zanistê. Xwendin ne tenê ji bo wergirtina zanist û dahatûya kesayetî e. Xwendin ji bo avakirina welat û civakeke bihêz e.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi gotineke helbestvanê Kurd Fayiq Bêkes kir ku got: “Derdê me xwendin e, rewşta pak û xizmetkirin e.” Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, “Nivîskarê Amerîkî William Eagleton di pirtûka xwe ya bi navê Komara Mehabad de nivîsî: Di Şoreşa Îlonê de her xwendekarek bihata nav rêzên Pêşmerge, Barzanî ew vedigerand xwendinê û pê re digot, here xwendina xwe bidawî bike, ji ber pêwîstiya me zêdetir bi zanist û xwendinê heye, wek xebata çekdarî.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Em di hikûmeta Kurdistanê de, tevî rewşa qeyranê di salên bûrî de, ti rojekê sistbûna me ji piştevanîkirina perwerde û xwendinê diyar nebû. Hejmara mezin a dibistan, zanngeh û peymangehan, li ser gotina me belge ne.”
Di beşeke din de Nêçîrvan Barzanî got: “Heger şerê DAIŞê neba, niha Kurdistan li qonaxeke din bûya. DAIŞ xencereke nemerdî bû û li Herêma Kurdistanê hat dan. DAIŞ bi awayekî li Kurdistanê da, li ti cihekî din neda.”
S. B