Bi vîdyo.. Firokeyeke Amerîkî ji corê F35 ket xwarê
K24 - Navenda Nûçeyan.
Tenê piştî rojekê ji bikaranîna wê di êrîşeke ezmanî de, Fermandeya Navendî ya Hêzên Deryayî Amerîkî, nûçeya têkşikestina yekem firokeya cengî ji corê F35 belav kir.
Ew firoke, wek buhatirîn firokeya cengî tê naskirin û nirxê wê 85 milyon dolar e, ji bo yekem car di êrîşekê de, li dijî bingehên Talîban li Efganistanê hat bikaranîn.
Malpera CNN a Amerîkî belav kiriye, ku firokeya F35 B, roja Înê li nêzîkî bingeha serbazî ya bajarê Biafort li wîlayeta Karolaina têkşikest û firokevanê wê, bi pereşûtê xwe rizgar kir.
Ew firoke, bi beşdariya 8 welatan li gel Amerîka tê çêkirin, ew welatan her yek ji: Usturalya, Birîtanya, Danîmar, Îtalya, Keneda, Holenda, Nerwic û Tirkiye ne.
N.O
The scene one hour after a military plane crash five miles outside the Marine Corps Air Station in Beaufort. According to several news reports, the crash involved an F-35B https://t.co/cKzqzxCIJI pic.twitter.com/hIFHs3saBz
— Breaking Aviation News (@breakingavnews) September 28, 2018