Li bakur bi kelecan hilbijartina herêma Kurdistanê tê şopandin

Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî kelecanek derxist holê ku çavdêrên siyasî yên Bakurê Kurdistanê encamên Hilbijartina Parlementoya Kurdistanê wek nîşaneya pesendkirina encamên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi nav dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê jî kelecanek derxist holê ku çavdêrên siyasî yên Bakurê Kurdistanê encamên Hilbijartina Parlementoya Kurdistanê wek nîşaneya pesendkirina encamên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bi nav dikin.

Di nava salekê de cara sêyem e ku kelecana dengdayînê li Kurdistanê rû dide û piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û Hilbijartinên giştî vê carê jî Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kelecanek derxist holê û wekî hilbijartinên din Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê jî li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve tê şopandin. Di derbarê hilbijartnê de Çavdêrê Siyasî Îbrahîm Guçlu di wê baweriyê de ye ku encam dê bibe nîşaneya pesendkirina Referandûma Kurdistanê jî.

Îbrahîm Guçlu- Çavdêrê Siyasî, anî ziman:

"Bi nêrîna min Referandûma Serxwebûna Kurdistanê şoreşeke neteweyî û siyasî bû. Di vê hilbijartinê de jî dê xelk deng bide mafê dewletbûna Kurdistanê."

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, Kurdistan di gelek rûdanên dîrokî re derbas bû û tê mereqekirin gelo ev rûdan dê bandoreke çawa li encamên hilbijartinê bike. Aktîvîst û Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Mezopotamyayê Cemîl Aydogan amaje dike ku dê helwesta dengdêran rewşê zelal bike.

Cemîl Aydogan- Aktîvîst û Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Mezopotamya, diyarkir:

"Piştî pêvajoya salekê êdî hêdî hêdî av zelal dibe. Xelk êdî dizane çi çiye. Dê div ê hilbijartinê de welatparêziya Kurdan bi serbikeve. Dê xelk deng bide yên ku Azadiya Kurdistanê diparêzin."

Çavdêrên Siyasî yên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku dê encama Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bandorê li ser hevsengiyên Rojhiltanavîn jî bike û dê Kurd nîşan bidin k udi Rojhilatanavîn de xwediyê roleke girîng in.

 

 

C.B