Qendîl û Şingal di rojeva Erdogan de ye

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Ew armanc dikin Qendîl û Şingalê ji PKK paqij bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand: Ew armanc dikin Qendîl û Şingalê ji PKK paqij bikin.

Îro werza nû ya Parlementoya Tirkiyê bi axaftina Erdogan destpê kir û Serokomarê Tirkiyê careke din gefa operasyonên nû li dijî PKKyê xwar û got: Ew armanc dikin ku, dawî li hebûna PKK a li Qendîl, Şingalê bîn in. Herweha dê di zûtirîn dem de Minbic û rojhilatê Firatê ji YPG paqij bikin.

Erdogan got: “Em hêvî dikin PKK li Iraqê nemîn e. Me li nav sînorên Iraqê hin cihên ko PKK desthilatdar bû, kontrol kir. Em niha jî, armanc dikin Qendîl û Şingalê ji PKK ji paqij bikin. Em ji sala 2016an ve li Suriyê herêmên ewle ava dikin. Armanca me ya niha jî, paqijkirina YPGyê ji Minbic û Rojhilatê Firatê ye. Em dê vê, di zûtirîn dem de bikin”.

 

 

C.B