Amerîka mana hêzên Firensî li Sûryê li gel Parîsê gotûbêj dike

Îro Sêşemê wezîrê berevanya Amerîka James Mattis serdana Parîsê dike û li gel serokê Firansa Emmanuel Macron û wezîra berevaniya Firensî Florence Parly dicive.

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Hat ragihandin, ku îro Sêşemê wezîrê berevanya Amerîka James Mattis serdana Parîsê dike û li gel serokê Firansa Emmanuel Macron û wezîra berevaniya Firensî Florence Parly dicive.

Li gorî nûçeyeke ajansa Frans Press, Mattis û Macron û Parly, wê doseya rûbirûbûna terorê û hebûna serbazî ya Firensî li Sûrya gotûbêj bikin.

Berî seredana xwe ji bo Parîsê, Wezîrê Berevaniya Amerîka di kongirekî rojnemevanî de got: Me û Enqera dest bi rahênanan kiriye ji bo em bi hev re dest bi gerên çavdêriyê li Minbicê bikin.

N.O