Tirkiye: Amerîka li Qendîlê rahênana serbazî pêşkêşî PKK dike

Silêman Soylu Amerîka tometbar kir, ku alîkariyên serbazî ji PKKê re dişîne û got: Hevpeymana me Amerîka, diçe Qendîlê û gerîlayên PKKê di warê serbazî de rahênan dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand, ku hin welat hene bi riya dezgehên xwe yên saloxdariyê, bi awayekê eşkere, çek û pereyan ji rêxistinên terorîst re dişînin.

Silêman Soylu Amerîka tometbar kir, ku alîkariyên serbazî ji PKKê re dişîne û got: Hevpeymana me Amerîka, diçe Qendîlê û gerîlayên PKKê di warê serbazî de rahênan dike.

Herwiha Soylu diyar kir, ku ne tenê di warê serbazî de, lê di warê bikaranîna medyayê û şerê derûnî de jî gerîlayên PKKê rahênan dike.

N.O