Tirkiye: Dem hatiye YPG bi temamî ji Minbicê vekişe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu li Swîsreyê axifî û di derbarê krîza Suriyê de daxûyaniyên girîng dan...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radigihîne: Êdî dem hatiye, YPG bi temamî ji Minbicê vekişe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu li Swîsreyê axifî û di derbarê krîza Suriyê de daxûyaniyên girîng dan û got: Divê Amerîka pabendê rêkeftina Minbicê be û êdî dem hatiye ku, YPG bi temamî ji Minbicê vekişe. Divê Minbic ji aliyê xelkê xwe yê resen ve bê birêvebirin.

“Êdî dem hatiye YPG ji Minbicê bi temamî vekişe û divê wî bajarî xelkê resen ê Minbicê birêve bibe. Divê rêveberî û asayîşa Minbicê ji xelkê resen ê wî bajarî re were hiştin. Divê em digel Amerîkayê  rêkeftina Minbicê xal bi xal cihbecih bikin. Ji ber Amerîkayê cihbecihkirina rêkeftina Minbicê dereng ket, lê em nikarin bibêjin rêkeftin baş birêve naçe. Ger Amerîka dilsoz be, dê encama rêkeftina Minbicê serkeftî be.

 

 

C.B