Amerîka radestkirina mûşekên S-300 ji Sûryê re red dike

Peyvdara Wezarata Derve ya Amerîka Heather Nauert: Radestkirina mûşekan S-300 ji Artêa Sûryê re, metirsiyê zêde dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Berevaniya Rûsya ragihand, ku wan sîstema bergirî ya mûşekên S-300 radestî Sûryê kiriye û li gel mûşekan jî, wan 49 amêrên teknîkî yên serbazî radestî Artêşa Sûryê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, peyvdara Wezarata Derve ya Amerîka Heather Nauert  ragihand, ku radestkirina wan mûşekan ji Artêa Sûryê re, metirsiyê zêde dike.

Heather Nauert diyar kir, ku ew hîn piştrast nebûne ku Rûsya sîstema S-300 radestî Sûryê kiriye yan na û got: Ez hêvîdar im Rûsya wê gavê neavêje ji ber ku ewê rewşê aloz bike.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ku radestkirina wan mûşekan ji Artêşa Sûryê re, ti bandorê li operasyonên wan nake.

N.O