Yildirim rexneyên giran li Amerika girtin

Çima Amerika doze hemberî wî (Fethullah Gulen) venake? Amerika ditirse ku, hin tişt derbikevin û eşkere bibin? Bi dehan data û belgeyan me pêşkeşî wan kirin, lê deng ji wan dernakeve”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlementoya Tirkiye Bînalî Yildirim, di civîna TRT World Forum de gotarek pêşkeş kir û Amerika bi bêdengî beramberî Serokê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulen tewanbar kir.

Binalî Yildirim got ku, “Fethullah Gulen ê serokê rêxistina terorê li Amerika di qesrekê de dijî. Hewla kûdetaya serbazî li Tirkiye wî kir. Hemû data û isbat diyar in. Lê, ew welatê ku xwe wekî hevkar û dostê me nîşan dide gotinekê nake, liv û tevgerekê hemberî wî pêk nayîn e. Ger tu wî rasetî me nake, çima tu xebata wî sînordar nake. Wekî ku ti tiştek nîn e û nebû ye.

Çima Amerika doze hemberî wî (Fethullah Gulen) venake? Amerika ditirse ku, hin tişt derbikevin û eşkere bibin? Bi dehan data û belgeyan me pêşkeşî wan kirin, lê deng ji wan dernakeve”.

 

 

C.B