Putin: Di demên nêzîk de ti operasyon li Idlibê nayê kirin

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin radigihîne, ti operasyonên leşkerî yên berfereh li Idlibê di demên nêzîk de birêve naçin û diyar kir, Tirkiye erkên xwe li Idlibê bicih tîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin radigihîne, ti operasyonên leşkerî yên berfereh li Idlibê di demên nêzîk de birêve naçin û diyar kir, Tirkiye erkên xwe li Idlibê bicih tîne.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Nemsayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hemû grûpên tundrew wek çekdarên Nusra û DAIŞê bo navçeya kêmkirina şer a li Idlibê hatibûn veguhastin û li wir şer di navbera wan de derdikeve.

Got jî, lê tiştê Rûsyayê nîgeran dike, ne şerê wan grûpan ê li dijî hev e, belkû êrîşên ku ji wê navçeyê ve li ser bajarên din ên Sûriyê û li ser navendên Rûsyayê tên kirin e.

Aşkere kir jî, nîgeraniya Rûsyayê ya mezin ew e, ji Idlibê ve firokxaneya Himêmîmê ya Rûsî dihat topbarankirin, ji ber wê jî Rûsya neçar dima ku bersiva wan êrîşan bide.

Putin diyar kir, pirsa Idlibê naveroka hevdîtina wî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Sochi bû û armanca avakirina navçeya bêçek a bi kûrahiya 15-20 K.M ji bo parastina bajarên din ên Sûrî û firokxaneya Himêmîmê ye.

Serokê Rûsyayê ragihand jî, ew bi Tirkiyê re hevkariyê dikin û Tirkiye bi cidî li Idlibê kar dike, ta grûpên tundrew û çekên giran ji wê navçeyê vekişîne.

Got jî, ji ber vê yekê ti operasyonên leşkerî yên berfereh di demên nêzîk de li Idlibê nayin kirin û divê niha aramên diyarkirî bêne cibicîkirin.

 

S. B