Hosteyek 57 sal in karê temîra maşîneyên dirûtinê dike
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Sûr a Diyarbekirê hosteyek ê temîra maşîneyên dirûtinê dike 57 sal in pîşeya xwe didomîne û dide zanîn ku berê eleqeyê bo maşîneyên dirutinê nîşan nade û ji ber vê yeke jî dahata wî ne wek berê ye .
Navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûr di nav xwe de gelek pîşeyên dîrokî jî dihebîne ku Ferzende Gûryûvayê 65 salî jî di nav Sûrê de temîra maşîneyên dirûtinê dike. Ferzende Kaya di warê temîrkirina maşîneyên dirûtinê de qet perdewhî nedîtiye û dide zanîn ku bi hewildanên xwe fêrî vê pîşeyê bûye. Di dikana Ferzende Guryuva de maşîneyê ku beriya 150 salan hatine çêkirin jî hene û dibêje berê eleqeya bo maşîneyên dirûtinê gelek baş bû û her kesên ku dema dizewicîn din av cihazên wan de maşîneyên dirûtinê cih digirtin lê niha ew eleqeya berê nema ye.
Hosteyê Temîra Maşîneyên Dirûtinê Ferzende Guryûva li ser vê pîşeyê ji K24ê re wiha axivî: "Hewes û mereqa min hebû. Min perwerdehî nedît. Di 8 saliya xwe de wek şagirt min dest bi vî karî kir. Min dît ku ez jêhatî me û dikarim gelek maşîneyên ku rewşa wan xirap temîr bikim. Min jî kare xwe domand. Pîşeya min j imin re bû wek evînek ku nekarim dest jê berdim."
Hosteyê bi ezmûn dide zanîn ku ew ji saziyeke fermî malnişîn bûye; lê ti carî navber nedaye pîşeya xwe. Niha jî ji ber ku zarokên xwe dide xwendin û mûçeyê wî yê malnişîniyê têra wî nake ew neçare tevî temenê xwe mezin pîşeya xwe bidomîne.
Ferzende Guryûva dibêje: "Berê dahata me baş bû. Niha rewş nebaşe. Carnan di rojekê de tenê pereyê nanekê dest min dikeve. Teknolojiya pêşketî bandor li kare me jî kır. Berê hosteyên vê pîşeyê pirbûn; Lê niha li hemû Diyarbekirê herî zêde ez dibêjim 5 kes an mane an jî nemane."
Ferzende Guryûva ji malbata navdar a Diyarbekirê Cemîlpaşa ye û dibêje gelek pîşeyên ku beriya 30-40 salan wek pîşeyên rêzdar dihatin dîtin û ji aliyê kesên derfetên wan ên aboriyê baş ve jî dihatin kirin, niha hatine ji bîrkirin û di bin xetereya namene de ne.