Serok Barzanî, girêdayî helkefta hilbijartinên Kurdistanê pîrozbahiya xwe ragihand

Serok Barzanî di derbarê serkeftina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de peyamek belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî di derbarê serkeftina hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de peyamek belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye:

Bi helkefta serkeftina proseya birêveçûna hilbijartina Parlemena Kurdistanê li 30ê Îlon a 2018an, pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê dikim û bi helkefta serkeftina Lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê jî, pîrozbahiyê li cemawerê serbilind, xweragir, hemû endam û alîgir, kadîrên Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim. Cihê xweşhaliyê ye ku, hemwelatî li proseyek demokrasî de dengê xwe dan e û baştirîn rê jî, ji bo dest bi destkirina desthilat sindoqên dengdanê ye.

Serkeftina proseya hilbijartinê serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye, hişyariya siyasî ya xelkê pêş dixe û bandorê jî, liser bilindtirbûna pêgeh, û nav û dengê Herêma Kurdistanê dike. Daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê û bi taybetî cemawerê PDK dikim ku, li derbirîna xweşiyê de, pabendî bingehên yasa û bexteweriya hemwelatiyan bin û xwe ji teqînkirin û kirdarên neşaristaniyê biparêzin.

Reng e gelek kes û aliyên siyasî yê Herêma Kurdistanê rexne û têbîniyên xwe liser hebûna binpêkirin, serpêçî û saxtekeriyê hebê ku, li roja hilbijartinê de hatine encam dan. Her ji bo wê yekê daxwaz ji Komîsyona Bilind a Hilbijartina Kurdistanê dikim. duvdaçûnek hûr û ciddî, ji bo lêpirsîn û binpêkirinan bike û bi tu awayek rê bi derbasbûna sextekarî û binpêkirinan nedê û rastiyan bixin rû.

 

 

C.B