Serokê Interpolê wenda bûye
K24 – Navenda Nûçeyan
Polisê Fransayê ragihand ku, Serokê Dezgeha Polis a Nevneteweyî (Interpol) Meng Hongwei wenda bû ye û lêkolîn di vê derbarê de destpê kirin e.
Ligor Polisê Fransayê Meng Hongwei piştî seredana xwe ya welatî Çînê di dawiya meha Îlon a îsal de wenda ye.
Ligor Europe1, Hongwei 29ê meha Îlonê bi seredanekê çûye welatê Çînê û piştî wê tu agahdarî liser nîn in, jina wî serî li polis da ye û diyarkiriye ku, pêwendî ligel mêrê wê wenda ye.
C.B