Amnesty daxwaz ji Tirkiyê dike binpêkirinên li Efrînê dibin rawestîne

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ragihand, opozîsyona Sûriyê di ber binpêkirinên li Efrînê dibin de berpirsyar e û daxwaz ji Tirkiyê kir, kiryarên çekdarên opozîsyonê li Efrînê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ragihand, opozîsyona Sûriyê di ber binpêkirinên li Efrînê dibin de berpirsyar e û daxwaz ji Tirkiyê kir, kiryarên çekdarên opozîsyonê li Efrînê rawestîne.

Pispora di Amnestyê de Diana Saman li Beyrûtê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, çekdarên opozîsyonê jî di ber kiryarên revandina welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên Efrînê de berpirsyar in.

Diana Saman daxwaz ji Tirkiyê kir, fişarê li grûpên çekdar ên ser bi wê ve bike û binpêkirinên wan ên li dijî yasayên navdeweletî rawestîne û gerentiya selametiya sivîlan bike.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike di 18ê Adara bûrî derbasî Efrînê bûn û dagîr kirin, ji wê demê ve jî revandin û eşkencedana welatiyan, dizî û talankirina mal û milkên xelkê, şewitandina dar û daristanan berdewam e.

Herwiha daxwaz daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir jî, eşkenceyê girtiyan rawestîne û çarenivîsa bi dehan hezaran girtiyên di zîndanên wê de aşkere bike û termên kesên canê xwe jidest dane radestî malbatên wan bike.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) berî 2 mehan jî di raporteke xwe de ragihandibû, Tirkiye li Efrînê hêzeke dagîrker e û ew di ber parastina jiyana welatiyan berpirsyar e û divê pabendî yasayên navdewletî bibe.

 

S. B