Amerîka û Tevgera Talîban li Qeterê danûstendinan dikin

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî: Şanderê Amerîka ji bo Bizavên Aştiyê li Efxanistanê Zelmay Xelîl Zad li gel nûnerên Tevgera Talîban ya Efxanî, li Dewha paytexta Qeterê civiya ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî ragihand, ku şanderê Amerîka ji bo Bizavên Aştiyê li Efxanistanê Zelmay Xelîl Zad li gel nûnerên Tevgera Talîban ya Efxanî, li Dewha paytexta Qeterê civiya ye.

Rojnameyê diyar kir, ku ev diwem car e, herdu alî di nava du mehan de dicivin û gotûbêjên rasterê dikin.

Xelîl Zad meha derbasbûyî di postê Şêwirmendê Taybet bi Karûbarên Efxanistanê, di Wezareta Derve ya Amerîka de hat destnîşankirin.

Li ser bizavên Xelîl Zad, berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ku, Xelîl Zad li gel gellek aliyên pêwendîdar civiya ye, daku lihevkirineke siyasî bibînin û şerê li Efxanistanê bidawî bînin.

N.O