Girêka wendabûna Xaşûqçî vedibe?

Piştî wendabûna Cemal Xaşûqçî bi 14 rojan, Asayîş û Serdozgeriya Stenbolê çû Konsolxaneya Arabîstana Suudî ya Stenbolê û digel şandeyeke Suudî dest bi lêkolînan kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî wendabûna Cemal Xaşûqçî bi 14 rojan, Asayîş û Serdozgeriya Stenbolê çû Konsolxaneya Arabîstana Suudî ya Stenbolê û digel şandeyeke Suudî dest bi lêkolînan kirin.

Li nava Konsolxaneyê bi tîmên pispor û teknolojiya herî pêşketî lêkolîneke berfireh birêve çû û lêkolîn nêzikê 10 seetan berdewam kir. Pisporên lêkolînê, li jûrên Konsolxaneyê bi ronahiyên taybet hewl dan delîlan peyda bikin. Lêkolîn ne tenê li nava Konsolxaneyê, li banê Konsolxaneyê jî birêve çû. Herwiha ji bexçeya konsolxaneyê nimûneyên axê hate komkirin û lêkolîna Asayîş û Serdozgeriya Stenbolê berbangê bidawî hat.

Ji alîkî din ve medyaya Amerîkayê jî giringiyek mezin dide bûyera Cemal Xaşûqçî.

Televîzyona CNN International îdiia kir ko Hikûmeta Arabîstana Suudî raporek amadek kiriye û li gor wê raporê dê kuştina Cemal Xaşûqçî qebûl bike. Ji bo revandina Cemal Xaşûqçî hewlek hatiye dayîn û di dema lêpirsînê de jî  alozoyek rûda ye û Xaşûqçî hatiye kuştin. Lê  haya wan ji kuştina wî rojnamevanî nîne û kesên bûne sedema kuştina wî dê werin cezakirin.

New York Times jî, di heman çarçoveyê de behsa senaryoyek dike û dibêje Hikûmeta Suudî dixwaze di derbarê kuştina Cemal Xaşûqçî de senaryoyek çêke. Li gor wê senaryoyê dê Muhammed Bîn Selman ji kuştina Cemal Xaşûqçî were parastin û şûna wî dê şehzadeyek were tohmetbarkirin.

Ji alîkî din ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî ji bo lêkolîna meseleya Cemal Xaşûqçî serdana Arabîstana Suudî kir û  digel berpirsên Suudî kom bû. Biryar e roja çarşemê jî  serdana Tirkiyeyê bike.

Cemal Xaşûqçî di 2ê Çiriya Pêşînê de çûbû Konsolxaneya Arabîstana Suudî ya Stenbolê lê piştre ti agahî ji wî nehatibû standin.

 

 

C.B