Tirkiye di derbarê du rojnamevanan de bultena sor derxist

Tirkiyê bo rojnamevan û nivîskar Can Dundar û Îlhan Tanır Bultena Sor derxist û ji înterpolê daxwaza radestkirina wan kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê bo rojnamevan û nivîskar Can Dundar û Îlhan Tanır Bultena Sor derxist û ji înterpolê daxwaza radestkirina wan kir.

Rojnamevan Can Dundar û Îlhan Tanir, di doza rojnameya Cumhuriyetê de, bi tometa sixûrtî û aşkerakirina neheniyên dewletê tên tometbarkirin.

Her du rojnamevan jî niha li derveyî Tirkiyê ne û dadgeha Sizaya Giran a Stenbolê, bi sedema ku her du rojnamevan beşdarî rûniştinên dadgehê nabin, biryara anîna bizorê dan û jiber vê bi bultena sor a înterpolê daxwaza radestkirina wan kir.

Dundar û Tanir, belgeyên rawestandina barhilgirên MÎTê ku bo dijbereyên Sûriyê çek dibir di rojnameya Cumhuriyetê weşandibûn. Jiber vê derbarê wan de doz hatibû vekirin.

 

 

 

C.B