Keneda: Pêgeha Herêma Kurdistanê cihê giringiyeke taybet e
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serok Mesûd Barzanî, sipasiya gel û Hikûmeta Keneda kir, ku di şerê dijî DAIŞê de, alîkariya hêzên Pêşmerge kirin û dilxweşiya xwe bi pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keneda de, da xuyakirin û pîrozbahiya destbikarbûna balyozê nû yê wî welatî li Iraqê kir.
Îro li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî û balyozê nû yê Keneda li Iraqê Paul Gibbard û kunsula wî welatî li Hewlêrê Nancy Bergern, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Keneda de, gotûbêj kirin.
Balyozê Keneda ku yekem Balyozê wî welatî ye li Iraqê piştî sala 2003yan, pîrozbahiya serketina hilbijartinên Herêma Kurdistanê û serketina lîsta PDK li Serok Barzanî kir û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê cihê giringiyeke taybet e li cem welatê wî.
Herwiha balkişand ser sîstema siyasî û ezmûna federalîzma Keneda û daxwaz kir, ku hevkarî û pêwendiya di navbera Keneda û Herêma Kurdistanê de bên pêşxistin û bi taybetî di warê sîstema îdarî û siyasî û karkirin ji bo wekheviyê di nav (Jin û Mêr) de, di hemû warên jiyanê de.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Keneda kir û sipasiya gel û Hikûmeta Kenedî kir, ku di şerê dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmerge kirin.
Serok Barzanî dilxweşiya xwe êi ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Keneda de ragihand û da xuyakirin, ku li Herêma Kurdistanê ti sînorek li pêşya beşdariya jinan di jiyana siyasî û abûrî û civakî de, nehatiye danîn û tekez kir, ku pêwîst e rola jinan di hemû waran de çalaktir bibe.
Herwiha di civînê de, behsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û piroseya siyasî li Iraqê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin behskirin.
N.O