Waşington û Moskow liser rûbirûbûn a terorê rêkeftin

Waşington û Moskow li ser berfirehkirina hemahengiya di navbera xwe de ji bo rûbirûbûn a terorê li Sûriyê rêkeftin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Waşington û Moskow li ser berfirehkirina hemahengiya di navbera xwe de ji bo rûbirûbûn a terorê li Sûriyê rêkeftin.

Piştî civîna digel Serokê Rûsya Vladîmir Putin, Şêwirmendê Civata Asayişa Amerîka Jon Bolton di kongreyek rojnamevanî de ragihand, li ser berfirehkirina hemahengiyê digel Moskow ji bo rûbirûbûna terorê li Sûriyê rêkeftin e.

Şêwirmendê Civata Asayişa Amerîka tekez jî kir, 11ê meha bê Serokê Amerîka û Rûsya piştî beşdarîkirinê di merasîmên salvegera dawî hatina şerê cîhanî yê yekem de, li paytexta Fransayê Parîsê dê bicivin. 

 

 

 

C.B