Agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Derengê şeva bûrî agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket û ta niha agir nehatiye kontrolkirin.
Kasipkarekî bazara Lengê ji K24ê re got:“ Derengê şeva bûrî agir bi bazara Lengê ket û gelek dikanên wê hatin şewitandin. Dikana min jî di nava wan de.”
Diyar kir jî, her çend e tîmên agirkujê yên Bergîriya Şaristanî gihîştin cihê bûyerê, lê ta niha nekarîne agir kontrol bikin.
Li gor zanyariyên K24ê, tîmên agirkujê û Polîsa Hawarhatinê li her du riyên li derdora bazara Lengê (riyên 100 Metrî û 40 Metrî) hewla kontrolkirina agir didin.