Ciwanekî Kurd ê nexweş bang li dezgehên xêrxwaziyê dike

Li bajarê Qamişlo ciwanekî kurd bi navê Ismaîl nexweşiyeke çermî li tevaya movikên gewdî wî derdikevin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo ciwanekî kurd bi navê Ismaîl nexweşiyeke çermî li tevaya movikên gewdî wî derdikevin. Pizîşkên pispor dibêjin ku li Ewropayê ev nexwşî tê dermankirin, Lê ji ber ku rewşa malbata Ismaîl ya darayî ne alîgir e kurê xwe bişînin Ewropayê, banga xwe dighînin rêxistin û dezgehên xêrxwazan ku çareyekê ji wan re bibînin.

Ismaîl Hesen ku bi temenê xwe gihiştiye 39 salan, piraniya vî temenî û ji ber nexweşiyeke bê derman li cem pizîşk û nexweşxaneyan qedandiye û bi ser de jî berî salekê kirîzeke mejî “Celta mejiyê” pê re çêbû û di encamê de bandoreke xerab li axaftin û liv û tevgera wî hate kirin. Ismaîl bi xemgînî dibêje, ji ber vê nexweşiyê dev ji dibistanê berda, herweha gelek hewildanên zewacê jî kirin, li tu keçik pê qayîl nebûn.

Bav û dayika Ismaîl pismam û dotmamên hev in û li gorî hin pizîşkên pispor ev nexweşî egere di nava endamên heman malbatê de dûbare bibe. Du xuşkên Ismaîl jî ku heman nexweşî bi wan re bûn ji ber nebûna derfeta dermankirinê, wan her duyan canê xwe ji dest dan.

Piştî ku hêviyên Ismaîl bi dîtina dermanekî ji vê nexweşiyê re qutbûn, gelek hewildan kirin ku derkeve Ewropayê, lê rê bi dest wî neketin û ji ber ku nikare bimeşe jî, ew hêviyên ku di riyên qaçax re jî derbasî Ewropayê bibe hatine birîn.

Pizîşkekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê ku li Almanyayê dijî tekez kir, rêjeya ji sedî 90 egera dermankirin û rehetiya vê nexweşiyê li Ewropa heye, lê gelek pere û guhdan jê re pêwist e, loma malbata Ismaîl banga xwe dighînin xêrxwazan ku alîkariyekê bi wan re bikin.