Akar dema danîna S-400 li Tirkiyê aşkere dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê eşkere dike, danîna sîstema mûşekên S-400 li Tirkiyê dê salek din destpê bike.
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, amedekariyên wan ên ji bo danîna sîstema sîstema mûşekên S-400 berdewam dike û ew dê sala bê di meha Cotmehê de dest bi danîna sîstema S400an bikin.
Herwiha Akar tekez kir jî, Ew ji Amerîkayê jî firokeyên F-35 dikirin û çaverê nakin ku di derbarê kirîna firokayên F 35an de ti pirsgirêk derkeve.
Tirkiyê sala borî ji Rûsyayê bi 2.5 milyar Dolaran mûşekên S-400 kirîbû. Amerîka jî Tirkiye hişyar kiribû, heger Enqere dest ji plana kirîna sîstema bergîriyê S-400 ji Rûsyayê bernede, metirsî li ser girêbesta kirîna firokeyên şer ên F-35 çê dibe.
S. B