Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn

Îro berbangê agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket, ta niha agir bi tevahî nehatiye kontolkirin û zêdetir ji hezar dikanî hat şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro berbangê agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket, ta niha agir bi tevahî nehatiye kontolkirin û zêdetir ji hezar dikanî hat şewitandin.

Bazara Lengê ya Hewlêrê ku dikeve di navbera her du riyên 100 Metrî û 40 Metrî dikeve, peyamnêrê K24ê da zanîn, tîmên agirkujê û polîsa hawarhatinê hewla kontrola wî agirî didin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdilhemîd ji K24ê re ragihand, 2 hezar û 400 dikan li bazara Lengê hene, demjimêr 3ê ber destê sibê agir bi bazarê ket û zêdetir ji nîvê dikanan şewitîn.

Qeymeqamê Hewlêrê got jî: “Bi riya helîkoptera berevaniya şaristanî hewla kontolkirina agir didin. Ji bo zanîna sedemên vêketina agir jî, li benda raporta tîmên berevaniya şaristanî dimînin.”

Diyar kir jî, ji encama vêketa agir tenê ziyanên madî bûne û ti ziyanên canî nebûne.

 

Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn
Bêhtir ji 1000 dikanên Lengê şewitîn