Çîn jî dev ji Îranê berdide

Hikûmeta Çînê du kompaniyên xwe yên petrolê haydar kir, ku nema petrola Îranê bikirin û pêbendî sizayên Amerîka bin heya ku rêketinek di nav Çîn û Amerîka de li ser vê pirsê çêbibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Çînê du kompaniyên xwe yên petrolê haydar kir, ku nema petrola Îranê bikirin û pêbendî sizayên Amerîka bin heya ku rêketinek di nav Çîn û Amerîka de li ser vê pirsê çêbibe.

Malpera Blomberg eşkere kir, ku herdu kompaniyên National Petroliom Korp û Sinopek ên Çînî hinardekirina petrola Îranê rawestandine û li gel Amerîka dikeve gotûbêjan de, heger di wan gotûbêjan de li gel Amerîka lihev bikin, wê Îran welatê Çînê weke kirryarekî gellekî giring ji dest bide.

Ev pêngava Çînê di demekê de ye, ku berî niha herdu welatên Japon û Koryay Başûr biryara baykotkirina kirrîna petrola Îranê dabûn, ev jî ji ber wê yekê ye, her welatek pêbendî sizayên Amerîka li ser Îranê nebe, metirsî heye ku ew welat li ser sîstema diravî ya Amerîka were blokkirin.

Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê ragihand, ku herdu kompaniyên Çînî yên navhatî, ji bo meha 11an (Mijdara dahatî) yek bermîl jî ji petrola Îranê nekiriye.

Biryara di roja 4ê Mijdara dahatî de, Amerîka beşê diwem ji sizayên xwe li ser Îranê bisepîne û armanc ew e, ku ti kes petrola Îranê nekirre, lê heya niha Hikûmeta Çînê, ku yek ji mezintirên kirryarên petrola Îranê ye, helwesta xwe ya dawî ranegihandiye.

N.O