Îran xwestekekê ji Hikûmeta nû ya Iraqê dixwaze

K24 - Navenda Nûçeyan.
Komara Islamî ya Îran yekem dxwaz arasteyî kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê kir.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, di pêwendiyeke telefonî de, ji Wezîrê Derve yê Iraqê Mihemed Elî Hekîm xwest, ku mîkanîzmeke baş ji bo zêdekirina çileyê Hisên di dergehên sînorî de peyda bike.
Di wê pêwendiyê de, Cewad Zerîf da xuyakirin, ku ew bêhêvî ye, Hikûmeta nû ya Iraqê karibe pêwendiyên dualî di nav Taran û Bexdayê de bihêztir bike.
N.O