Li Efrînê li ser diziya zeytûnan 15 çekdar birîndar bûn

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li ser diziya zeytûnan derket û di encamê de 15 çekdar birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li ser diziya zeytûnan derket û di encamê de 15 çekdar birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li riya Efrîn – Raco bi sedema nakokiyên di navbera çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike de li ser destdanîna ser mal û darên zeytûnê de derket û di encamê de 15 çekdar birîndar bûn.

Rewangeha diyar kir, şer û pevçûn hîna berdewam in û riyên gelek gundan bi sedema wî şerî hatine girtin.

Li Efrînê ku werzê çinîna zeytûnan dest pê kiriye, grûpên çekdar gelek astengiyan li pêş çûna welatiyan bo zeviyên xwe derdixin û bacên giran li wan disepînin. Herwiha gelek nakokî û pevçûn di navbera girûpên çekdar de, li ser dizîna berhemên zeytûnan derdikevin û di encamê de kuştî û birîndar jî çêdibin.

Berî çend rojan jî, li navçeya Şera jî pevçûn di navbera du girûpên çekdar ên Feyleq El-Şam  li gundên Diraqliya, Alciya û Şêxorzê ji ber hevrikiya li ser diziya zeytûnê derket û di encamê de fermandarê girûpekê hat kuştin.

 

S. B