HDP banga destpêkirina pêvajoya aşitiyê dike

Parlemanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier radigihîne, şer pirsa Kurdî çareser nake û ji bo destpêkirina pêvajoya aşitiyê divê şer raweste.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier radigihîne, şer pirsa Kurdî çareser nake û ji bo destpêkirina pêvajoya aşitiyê divê şer raweste.

Li Diyarbekirê konferansek li Qeyranên Rojhilata Navîn birêve diçe. Hevseroka HDPê Pervîn Bulden tê de gotarek pêşkêş kir û got: “Pêvajoya çareseriyê ji bo dahatûya Tirkiye û Rojhilata Navîn gelek girîng bû, divê careke din were destpêkirin. Pêvajoya aşitiyê berdewam bikira hêzên navdewletî nedikarîn bi hêsanî destêwedana navçeyê bikirana.”

Li ser heman mijarê Parlemanterê Diyarbekirê yê HDPê Îmam Taşçier ji K24ê re got, di demê de ku zemînek ji bo rûniştina Kurd û dewleta Tirkiyê li ser maseya guftûgoyan rûnin zehmet e. Ji bo li ser maseyê rûnin, divê dewleta Tirkiyê pêvajoyeke nû dest pê bike, divê şer û mercên rûniştinê bêne amadekirin. Dema bê amade kirin jî, Kurd amade ne li maseyê rûnin.

Li ser rola Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê, Parlemanterê HDPê got: “Serok Barzanî jî di nav Kurdan û cîhanê de xwedî hêzek mezin e û dikare ji bo destpêkirina pêvajoyê rolek berbiçav bilîze.”

Got jî: Heta pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn çareser nebe, şer û pevçûn ranawest in. Dema pirsgirêka Kurd li Tirkiyê çareser bibe, dê bandoreke erênî li ser Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bike. Li kîjan perçeyê jî çareser bibe, dê dîsa bandoreke erênî li perçeyên din bike.”

 

 

S. B