Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrola Kerkûkê gihîştine rêkeftinekê

Hikûmeta Iraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gihîştin rêkeftinekê, ku petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bê hinartina. Wek yekem gav jî, hinartina petrola Kerkûkê bo Îranê hat rawestandin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gihîştin rêkeftinekê, ku petrola Kerkûkê di riya boriyên Herêma Kurdistanê re bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyê bê hinartina. Wek yekem gav jî, hinartina petrola Kerkûkê bo Îranê hat rawestandin.

Biryar e di meha Mijdarê de, Iraq ji hemû rêkeftinên xwe yên bi Îranê re bi paş ve vekişe, ku rojane 30 hezar bermîl petrol bi riya tankeran hinarde wî welatî dikir.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ku li gor destûra Iraqê xwediyê dariştina siyaseta petrola bajêr e, lê ji bo vê babetê ti agah û ti şêwir pê re nehatiye kirin.

Endamê Ecûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Xizir li ser vê pirsê ji K24ê re wiha axivî: “Pêwîst bû hikûmeta navendî ligel îdareya bajêr hevahengî kiriba, lê nekir û li ser wê babetê ti tiştekî fermî negihîştiye me û ti zanyariyên li ser wê nîn in.”

Piştî 16ê Cotmehê, keysa çawaniya firotana petrola Kerkûkê keyseke nediyar e û ta radeyekê veşartî bû ku ti berpirsekî parêzgehê agahiyên wan jê nebû, lê partiyên siyasî dizanin ku petrola Kerkûkê bi riyên qaçax û bi tankeran dihatin birin.

Berpirsê Malbenda Kerkûkê ya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî ji K24ê re got: “Rojê 400 – 500 tanker bi qaçaxî dihatin birin. Gûmana min jî heye ku pereyên wê petrolê diçin xezîneya giştî ya Iraqê. Herwiha di pirsa hinadekirina petrolê jî hin gûman li ser hin kompanyayan hene, ji ber ta niha ev prose bi nezelalî tê kirin.”

Berpirsên Iraqê têgihîştin wê yekê, ku yake deriyê selamet ji bo firotana petola Kerkûkê, Herêma Kurdistanê ye, ji ber wê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re gihîştine rêkeftinê.

Ji aliyê xwe, Berpirsek bilind ê Iraqê ji Ajansa Reuters re ragihandibû, hikûmeta nû ya Iraqê bi Serokatiya Adil Ebdilmehdî biryar daye, wek pabendibûn bi sizayên Amerîka li ser Îranê, hinartina Petrola Kerkûkê ji bo Îranê rawestîne. Herweha li gor çavkaniyan, hikûmeta Iraqê dê bi riya boriyê petrola Kurdistanê re petrola Kerkûkê ji bo Tirkiyê bişîne.