Sedema agirê bazarê Lengê ya Hewlêrê aşkere dibe

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê aşkere dike, şewitîna bazara Lengê ji ber şortê elektirîkê bû. Dilniyayê jî dide kesbkaran ku bazar dê were nûjenkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê aşkere dike, şewitîna bazara Lengê ji ber şortê elektirîkê bû. Dilniyayê jî dide kesbkaran ku bazar dê were nûjenkirin.

Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Elî Reşîd ji K24ê re ragihand, tevahiya kesbkarên bazara Lengê dilniya dikin, ku di zûtirîn dem de bazar dê werin nûjenkirin û asankarî ji wan re werin kirin.

Amaje bi wê jî da, sedema sereke ya şewitandina bazarê şorteke elektirîkê bû. Herwiha komîteyek ji bo tevahiya bazaran pêk tê, ta ku rê li ber bûyerên şewitandina bazaran were girtin.

Herwiha Serokê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ji K24ê re got: “Dikandarên bazara Lengê dê li ser erkê xwe dikanên xwe nûjen bikin, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tevahiya xizmetguzariyan û di nava wan de jî sîstema agirkujê ji bazarê re dabîn bike.”

Berbanga roja 25ê Cotmehê agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê ket, di encamê de zêdetir ji nîvê dikanan şewitîn. Piştî bûyerê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê soza hevkariyê da kesbkar û dikandarên wê bazarê.

 

S. B