Lûtkeya Stenbolê dê çi bandorê li Sûriyê bike?

Di lûtkeyê li gel hemû cudakariyên di navbera van welatan de serokên van her çar welatan li ser çareseriyên sîyasî, destûrî û mîrovî nêrînên hevbeş anîn ziman.

 

K24 – Stenbol

Li ser krîza li Sûriyê li Stenbolê Lûtkeya 4 alî ya di navbera Rûsya, Almanya,Fransa û Tirkiyê de bidawî hat. Di lûtkeyê li gel hemû cudakariyên di navbera van welatan de serokên van her çar welatan li ser çareseriyên sîyasî, destûrî û mîrovî nêrînên hevbeş anîn ziman. Di lûtkeyê de Rûsya piranî li ser vekişîna çekdaran ji Idlîbê, Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê, Fransayê li ser şerê dinavbera aliyên Suriyê de û Almanya jî li ser vegera koçberan sekinî.

ji bo çareserkirina pirsgirên Suriyê lûtkeya 4 alî ya dinavbera Fransa, Almanya, Tirkiye û Rusyayê de li stenbolê birêve çûye bidawî hat. Di lûtkeyê de mijarên wek berdewamkirina rêkeftina Idlibê, pêkanîna komîteya destura Suriyê, bingehê hilbijartinek demokratîk û vegera koçberan bûn mijarên herî sereke. Piştî bidawî hatina lûtkeyê serokên van herçar welatan di civîneke hevbeş ya çapemeniyê de axivîn û derbarê danezana hevpar de agahî dan.Di vê civînê de balkêştirîn mijara ku Rûsya li ser sekinî vekişîna çekdaran ji Idlîbê, ya Tirkiyeyê rewşa rojhilatê çemê Firatê, ya Fransayê şerê di navbera aliyên Sûriyê de û ya Almanyayê jî vegera koçberan bû.

Serokê Rûsyayê Vîlademîr Putîn di konferansa rojnamevanî de got: ''Em hêvîdar in ku tirkiye bibe alikar di demeki nêzîk de grûpên çekdar ji herêma bêçek ya Idlibê vekişin. Ji xwe niha Tirkiye bo wê dixebite. Lê Eger hêzên radîkal ji Idlibê êrîşan pêkbînîn wê gavê Rûsya dê ji bo jinavbirina van gefên terorîstî bi awayeke rijd alikariyê bide hikûmeta Sûriyê.''

Nivîskarê rojnameya Takvîmê Ekrem Kiziltaş radgihîne ku ji ber ku di lûtkeya li stenbolê de hem welatên rojavayî û hem jî rusya û tirkiye beşdar e dê bandoreke baş li ser çareserkirina pirsgirêkên suriyê bike.

Rojnamevan Ekrem Kiziltaş ji K24ê re got: ''Ev lûtkeya ku li Stenbolê birêve çûye ji bo pêşeroja Sûriyê gavên gelekî giring in .Ji ber rewşa ku niha li Sûriyê heyî belkî demeke nêzîk de guherînên mezin çê nebin, lê ji bo çêkirina destûreke nû û hilbijartinan civînên wiha dê bandorên mezin bike.''

Di lûtkeya li Stenbolê de li gel hemû cudakariyên dinavbera van welatan de serokên Fransa, Tirkiye, Almanya û Rûsyayê li ser çareseriyên sîyasî, destûrî û mîrovî nêrînên hevbeş anîn ziman û gotin divê xelkê Sûriyê pêşeroja xwe dîyar bikin.