Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê: Kurdistan24 wêneyên rast vediguhêze

Bi boneya salvegera sêyem ya Kurdistan24ê li sernaserî cîhan û Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ve tên dayîn. Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê jî nerînên xwe derbarê karê Kurdistan24ê de gotin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi boneya salvegera sêyem ya Kurdistan24ê li sernaserî cîhan û Kurdistanê peyamên pîrozbahiyê ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran ve tên dayîn. Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê jî nerînên xwe derbarê karê Kurdistan24ê de vedibêjin.

Serkirdeyê di TEVDEMê de Ebdilselam Ehemd
Serkirdeyê di TEVDEMê de Ebdilselam Ehemd

Serkirdeyê di TEVDEMê de Ebdilselam Ehemd ji K24ê re got: “Kêfxweş in ku dezgeheke ragihandinê ya bi zimanê Kurdî di vê qonaxa dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê de tê re derbas dibe, roleke erênî bilîze û wêneyên rast ji Rojava bigihîne tevahiya gelê Kurdistanê û cîhanê. Em bi hêvî ne di demên pêş de beşekî taybet bi Rojavayê Kurdistanê terxan bike, ji ber ku Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Kurdistan24 wek dezgeheke ragihandinê karî roleke baş bilîze, karmendên wê li eniyên şer û pêşketinên ku Rojava de çê dibin bişopînin. Serkeftinê ji Kurdistanê re dixwazin.”

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo
Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê Salih Gedo

Sekreterê Partiya Çep a Demokrata Kurd li Sûriyê  Salih Gedo: “Vê kenalê di çend salên derbasbûyî de xwe çespand ku wek beşek ji ragihandina Kurdî ruhê azadiyê tê de heye. Ez hêvîdar im ku hemû alî cihên xwe tê de bibînin. Di demê bûrî de me gelek zehmetî ji ragihandina partîtî dît, Kurdistan24 gaveke baş di warî de avêt wek kaneleke Kurdî hat xuyakirin. Ez pêşketinê ji vê kenalê re dixwazim.”

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl
Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl: “Ez pîrozbahiyê li rêvebir û hemû karmend û hemû nivîsgehên kenala Kurdistan24ê li her derê dikim, ku karî di warê ragihandinê bigihe vê astê. Kurdistan24 di vê qonaxê de em wek PDK-S, wek ENKS û wek Mihemed Îsmaîl em ji nefesa wê ya siyasî razî ne. Ji aliyekî din ve, hemû dezgehên ragihandinê pirsa baweriyê ji sedî 50 ye û ji sedî 50 yê din kar û çalakiyên din in, ango, heger çendî çalak be û baweriya pê tune be, nabe. Heta radeyekê baweriya Kurdistan24ê heye û nûçeyên wê cihgirtî ne û bi kûrahî babetan vedikole.”

Herwiha got: “Di pirsa serxwebûna ragihandinê de, ez ne gelekî pê re me ku ji bo serxwe bim rastiyê bitewînim û hemû aliyan razî bikim, ev ne karê ragihandinê ye, karê ragihandina çak û serkeftî ew e ku rastiyê ji milet re diyar bike û vekolînê li ser bike. Kurdistan24 heta radeyekê jî Kurdistan24 bi wî alî ve diçe. Em hêvîdar in jî bi xurtir ber wê rastiyê ve biçe û guh nede pirsa bêalîbûnê, ma xelkekî xirab be ezê çawa razî bikim, yan nûçeya ne rast, ezê çawa di ser re derbas bibim ta xelk bibêje ev kenal bêalî ye. Bînerên Kurdistan24ê baş in, çendî bi aliyê rastiyê ve biçe jî, bînerên wê dê zêdetir bibin.”  

 

 

S. B