Zîndanên Rojavayê Kurdistanê tijî jin û zarokên DAIŞê ne

Bi armanca belavkirina hejmara jin û zarokên DAIŞê yên Ewropî di zîndanên Rojavayê Kurdistanê de, konferanseke rojnamevanî li Brukselê birêve çû.
kurdistan24.net

K24 – Bruksel

Bi armanca belavkirina hejmara jin û zarokên DAIŞê yên Ewropî di zîndanên Rojavayê Kurdistanê de, konferanseke rojnamevanî li Brukselê birêve çû.

Hevserokê Komîta Derve ya Cizîrê Ebdilkerîm Omer ku di wê konferansê de amade bû, diyar kir, hejmarek mezin ji jin û zarokên DAIŞê yên biyanî di zîndanên Rojavayê Kurdistanê de ne, lê ta niha ti welatekî pêwendî bi wan re nekiriye.

Ebdilkerîm Omer ji K24ê re got: “Bruksel navenda Yekîtiya Ewropa ye. Hejmarek mezin ji çeteyên DAIŞê û ji jin û zarokan li Rojavayê Kurdistanê girtî ne. Ew hejmare mezin e û ji me re barekî giran e û em naxwazin wî barî bi tenê rakin. Tevahiya Ewropa ji vê pirsê didi aliyekî û dixwazin vê goga agir bajêjin nav çavên me. Hejmara çetenê DAIŞê li cem gihîştiye 790 çete, 1248 zarok in û 584 jî jin in û ji 46 welatî ne. Ev konferans hate lidarxistin wek bangewaziyekê ji bo civaka Ewropa û ji bo malbatên van jin û zarokên li cem me û ji bo raya giştî ya Ewropa ye, da ku fişarekê li hikûmetên Ewropî bike, ji bo bi berpirsatiya xwe rabe û her welatek hevwelatiyên xwe werbigire.”

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Brukselê Gert Lotz ji K24ê re got: “Me serdana navçê kir û me dît ku ew zarok di çi rewşê de dijîn, daxwaza min hikûmeta Belîçka û hemû hikûmetên ewrpî ew e, di zûtirîn dem de van zarokan werbigirin, piraniya zarokê temên wan ta 6 saliyê ne û pêwîstiya wan bi hevkariyên cesteyî û derûnî heye. Daxwaz ji welatiyan û hikûmetan dikim ku wan zarokan vegerînin û jiyaneke hêjayî zarokan ji wan re pêşkêş bikin.

Li gor amaran, ji sala 2013 û ta 2018an 41 hezar û 490 kesên biyanî di nava rêzên DAIŞê de bûn, ji wê hejmarê 4 hezar û 761 jin û 640 zarok bûn. Di heyama wan 5 salan de 730 zarok jidayik bûn. Ji piştî jinavçûna DAIŞê li piraniya navçeyan, hejmarek mezin hatin kuştin û hejmarek jî di zîndanên Rojavayê Kurdistanê de ne.