Sûriye giliyê Hêzên Hevpeymanan dike

Wezareta Derve ya Sûriyê got jî, heta niha tenê 2 ji sedî ji wêraniya li bajarê Reqayê hatiye paqijkirin, û daxwaz ji Civata Asayişa Navdewletî kir, êrîşên Hêzên Hevpeymanan li Sûriyê rawestîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê radighîne, heta niha termê 4 hezar kesan di gorên bi kom ên bajarê Reqayê de hatine dîtin.

Wezareta Derve ya Sûriyê di dû nameyan de ji bo Neteweyên Yekgirtî û Civata Asayişa Navdewletî ragihand, gorên bi kom ên ku li bajarê Reqayê hatine dîtin, belgeya wê yekê ne ku, Hevpeymaniya Navdewletî komkûjî li dijî gelê Sûriyê li wî bajarî pêk aniye.

Wezareta Derve ya Sûriyê got jî, heta niha tenê 2 ji sedî ji wêraniya li bajarê Reqayê hatiye paqijkirin, û daxwaz ji Civata Asayişa Navdewletî kir, êrîşên Hêzên Hevpeymanan li Sûriyê rawestîn e û lêkolînek navdewletî ji bo tawan û komkûjiyên ku li Reqayê hatine encamdan bike. Herweha carek din daxwaz ji Civata Asayişa Navdewletî kir, ku dawiyê bi mayîn a Hêzên Amerîka û yên welatên rojava li Sûriyê bîn e û rê li pêşiya bicîhkirina planên wan bîn e, ku dixwazin yekîtî û selametiya xaka Sûriyê bikin armanc.

 

 

C.B