Amerika 8 welatan ji kirîna petrola Îranê dibexşe

Amerîka biryar da heşt welatan ji sizayên kirîna petrola Îranê bibexşe

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka biryar da  heşt welatan ji sizayên kirîna petrola Îranê bibexşe.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompêo ragihand, heşt welat bi awayekî demkî ji sizayên Amerîka liser kerta enerciya Îranê tên bexşîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka eşkere kir, bi awayekî demkî û sînordarkirî, heşt welat dikarin heta wê dem a ku ji bo wan hatiye diyarîkirin, petrola Îranê bikirin. Jiber ku ew welat di çendîn warên din de alîkariya Amerîka kirin e. Lê ew rê dayîn demkî ye û dê di dawiyê de henartina petrola Îranê bikin sfir.

Wezîrê Derve yê Amerîka navê wan heşt welatan eşkere nekir, lê tê pêşbînî kirin, her yek ji Çîn, Hindistan, Korya Başûr, Japon û Tirkiye dinav wê lîstê de bin.

Pompêo got jî, armanca sizayan hişkkirina çavkaniya darayî ya rêjîma Tehranê ye, ku ji bo têkdana cîhanê tê bikaranîn.

 

 

C.B