Îran daxwaza hevkariya Ewrûpa dike

Rûhanî di gotarekê de li rojnameya Financial Times a Amerîkî, hevkariya di navbeyna Îran û Ewrûpa de bi gavek giring ji bo aramiya cîhanê binav kir ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Digel nêzîkbûna destpêkirina qonaxa nû ya dorpêçên Amerîka li ser welatê wî, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî daxwaz ji welatên Ewrûpa, bi taybet Rûsya û welatê Çînê kir, pakêca xwe ya dawiyê di derbarê qerebûkirina Îranê eşkere û bicîh bikin.

Rûhanî di gotarekê de li rojnameya Financial Times a Amerîkî, hevkariya di navbeyna Îran û Ewrûpa de bi gavek giring ji bo aramiya cîhanê binav kir û got, danûstandinên siyasî digel Ewrûpa ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyê destpêkirin e.

5ê vê mehê qonaxa nû ya dorpêçên Amerîka li ser Îranê destpê dikin, ku bi girantirîn dorpêçên ser wî welatî tên hejmartin.

 

 

 

C.B