Kolberekî Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Li herêma Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin û 2 kolberên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li herêma Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin û 2 kolberên din jî birîndar bûn.

Malpera Hengaw belav kir, îro danê sibê li devera Selas Bawecanî ya Kirmaşanê, komek kolberên Kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de kolberekî bi nave Birûmend Behramî hat kuştin.

Herwiha du kolberên bi navê Erkan Behramî û Hişyar Nemamî jî birîndar bûn û niha li nexweşxaneya bajarê Selas Bawecanî tên dermankirin.

Li gorî malpera Hengaw ji bo Mafên Mirovan, di meha derbasbûyî de, bîst û pênc kolberên Kurd bi gulleyên hêzên Îranî, li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û birîndarkirin.

 

S. B