2 sal di ser girtina Demîrtaş û parlementerên HDP'ê re derbas dibin

Di ser girtina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û parlementerên HDP'ê re 2 sal derbas bûn.

 

K24 – Diyarbekir

Di ser girtina hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş û parlementerên HDP'ê re 2 sal derbas bûn. Darizandina Demîrtaş û 8 parlementerên HDP'ê didome. Mafnas û parêzerên parlementeran ên li Diyarbekirê dibêjin; Demîrtaş û parlementerên HDP'ê û siyasetmedarên DBP'ê, bi biryarên siyasî hatine girtin û parêzer daxwaza azadkirina wan dikin.

Di 20'ê Gulana 2016'an de bi pêşniyaza Partiya Dad û Geşedanê (Ak Partiyê) di Zagona Bingehîn de guhertinek hat kirin û bi xaleke bihurbar parêzbendiya parlementeran hat rakirin. 5 meh piştî vê guhertinê ango di 4'ê Mijdara 2016'an de ji aliyê serdozgeran ve li 4 bajarên cuda, di derbarê 15 parlementerên HDP'ê de saet di 01:00'ê şevê de operasyonên binçavkirinê da destpêkirin.

Di encama operasyonan de Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ferhat Encû, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Îdrîs Balûken, Sirri Sûreya Onder, Ziya Pîr, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Îmam Taşçier, Faysal Sariyildiz, Tugba Hezer Ozturk û Nîhat Akdogan hatin binçavkirin. Ji 15 parlementerên binçavkirî 9 jê hatin girtin, ên din serbest hatin berdan.

Parêzer Şivan Cemîl Ozen, endamê Komîsyona Hiqûqê yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê ye. Ozen dibêje; sedemên girtina parlementeran, tenê daxuyaniyên wan ên çapemeniyê û xebatên wan ên parlementoyê ne.

Şivan Cemîl Ozen ji K24ê re got: "Demokrasî têgihîştina rêveberiya gel a ji bo gel e. Krîtera demokrasiyê ew e ku ew kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, bikaribin li cihê nûnertiya gel xizmetê bikin e. Lê parlementer girtine, şaredar girtine, pêşengên siyasî girtine. Ji ber kiriyarên rêveberên Tirkiyeyê, metirsî li ser jiyana gel heye. Divê parlementerên girtî demildest werin azadkirin. Wateya girtina parlementeran nebûna hiqûqê ye."

Serdozgeriyan bi hinceta ku parlementerên HDP'ê bangeşiya PKK'ê kirine, pesinê tawan û tawanbaran dane, muxalefeta yasaya civîn û xwepêşandanan kirine, dewlet û saziyên dewletê piçûk xistine,  endam û rêveberiya rêxistina çekdarî kirine û heqaret li serok û rêveberên Tirkiyeyê kirine; doz vekirin. Lê Demîrtaş, rayedarên HDP'ê û parêzerên parlementeran îdiayên serdozgeran red dikin û dibêjin; pêvajoya pêşîgirtina li HDP'ê, bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê dest pê kir. Di hilbijartina navborî de HDP'ê li bakûr û Tirkiyeyê ji %13 deng girtin û di parlementoya Enqereyê de 80 kursî bidest xistin. Hiqûqnas û şîrovekarê siyasî Sidqi Zîlan jî balê dikişîne ser binpêkirina yasayan û dibêje; ev yek mafê nûnertiya gel jî hat binpêkirin.

Hiqûqnas Sidqi Zîlan dibêje: "Girtina siyasetmedaran û şaredaran bêhiqûqi ye. Ji aliyê din ve jî statûya nûneran hene. Dema ku kesekî di parlementoya Tirkiyeyê de gel temsil bike divê derbarê wî de parlemento biryaran bide. Parlementoyê li gor daxwaza dewletê biryar da. Di vê mijarê de CHP'ê rolekî gelekî xirab lîst."

Heta niha di derbarê Demîrtaşî de 96 fezleke hatine amadekirin. 31 fezlekeyên cuda ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve hatine berhevkirin  û wekî dosyeyekê lêpirsînê hatiye amadekirin. Dozger ji bo cezakirina Demîrtaş û parlementerên din, bi sedan salan cezayê zindanîkirinê dixwazin.

Ev 2 sal in ku Demîrtaş û 8 parlementerên HDP'ê di zindanên cuda de ne. Mafê parlementeriyê ji 12 parlementeran hatiye girtin û 3 parlementerên HDP'ê jî derketine derveyê welêt, Demîrtaş di Dadgeha Enqereyê de tê darizandin û doza wî berdewam e û dê rûniştina vê dozê, di 12-13 û 14'ê Kanuna 2018'an de were dîtin. Serlêdana Demîrtaş û parlementerên girtî, ji aliyê Dadgeha Yasaya Bingehîn ve hat redkirin lê serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê dane, ev serlêdan jî hîn negihîştine tu encaman.