“Sizayên Amerîka li ser Îranê bandorê li Kurdistanê jî dike”

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, bandora sizayên Amerîka li ser Îranê bandorekê li ser Kurdistanê û Iraqê dibe. Dizeyî dibêje, di pirsa sizayan de, Hewlêr pabendî biryara Bexdayê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, bandora sizayên Amerîka li ser Îranê bandorekê li ser Kurdistanê û Iraqê dibe. Dizeyî dibêje, di pirsa sizayan de, Hewlêr pabendî biryara Bexdayê dibe.

Sefîn Dizeyî ji K24ê re ragihand, Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê, biryarên li Bexdayê derkevin, Hewlêr jî pabendî wan dibe. Şanda Iraq li Washingtonê bi Amerîkiyan re guftûgo li wê babetê kir, hêvîdar bigihin encamekê, ji ber ku sînorekî dûrûdirêj yê Iraqê bi Îranê heye, ji sedî 50 elektirîka Iraqê ji Îranê, herwiha ji sedî 40 gaza xwezayî jî ji wî welatî ye, pirsgirêkeke mezin ji Iraqê jî dirust dike.”

Herêma Kurdistanê topa xwe xistiye meydana Iraqê, ku di warê siyasî, abûrê, kulturî û olî de girêdaneke girîn bi Taranê ve heye. Balyozê berê yê Iraqê li Washingtonê dibêje, erkekî zehmet li pêş hikûmeta Adil Ebdilmehdî heye.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê berê yê Iraqê li Washingtonê Luqman Feylî ji K24ê re got: “Guegrafiya Iraqê dixwaze ku bi Îranê re nêzîk be, lê ji aliyê siyasî ve dixwaze ku pêwendiyên bihêz bi Amerîka re hebe. Niha Iraq li ber du hevkêşeyên giran de ye, pêwîst e Iraq tenê li berjewendiya xwe bigire. Tiştê Amerîka dike, Tsonamiyeke bihêz e. Pêwîst e Serokwezîrê Iraqê odeyeke operasyonan pêk bîne ku rasterast pêwendiyê bi Taran û Washingtonê re bike.”

Sizayên Amerîka li ser Îranî di warên wize, karta bankê, karta keştîsazî û veguhastina deryayî dibe. Amerîka jî Iraq bi awayekî demkî ji sepandina hin sizayan dibexşîne, ew bexşandin jî ne diyar e ta kengî berdewam dibe û plana Iraqê jî çi dibe.  

Qonaxa duyem a sizayên Amerîkî li lser Îranê, ji îro ve destpê dike û Amerîka du bijarde daniye pêşya Îranê, yan pêbendî 12 mercên Amerîka bibe û yan jî dê rastî karesatên abûrî bê.

 

S. B