Tirkiye: Ger pêngava Amerika veşartina rewşa PYD be, ev xepandinek e!

Kalin: Ev pêngava Amerika jî, dereng ma ye. Ev yek kirin, dîsa jî erênî ye, lê di wêneyê mezin de, ger veşartina rewşa PYD û YPG be, ev xepandinek e!

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ragihandina Amerika ku, 12 milyon dolar xelat ji bo agahiyên ku dikarin bibin egera girtina serkirdeyên PKK - Murat Karayilan, Cemil Bayik û Duran Kalkan, helwêsta fermî ya Tirkiye ji alî Berdevkê Serokomariya Tirkiye Ibrahim Kalin hate diyarkirin.

Kalin got: Dibêjin me PKK tiştek, PYD tiştek din e. Bi vê yekê nikarin me bixapînin. Me gelek caran ji wan re eşkere kiriye ku, pêwendiya wan temamî ye. Ev pêngava Amerika jî, dereng ma ye. Ev yek kirin, dîsa jî erênî ye, lê di wêneyê mezin de, ger veşartina rewşa PYD û YPG be ev xepandinek e û ev yek di van 2-3 rojan de, dê eşkere bibe.

Îro Amerika bi fermî ragihand ku, 12 milyon dolar xelat danîn e, ji bo wan agahdariyan ku dikarin bibin egera girtina 3 serkirdeyên PKK.

 

 

C.B