Efrîn.. Bombeyek bi karkerên zeytûnan de teqiya

Bombeyeke vedayî li gundekî Efrînê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest da û 2 kesên din jî birîndar bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bombeyeke vedayî li gundekî Efrînê teqiya û di encamê de 4 kesan canê xwe jidest da û 2 kesên din jî birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, duhî li gundê Su'iriya ya navîeya Bilbilê bombeyeke vedayê bi li nava zeviyên zeytûnan bi tirektorekê de teqiya.

Wê rêxistina da zanîn, di encama teqînê de Îsmaîl Îbiş Îsmaîl (49 salî), Hemze Îbiş (45 salî), Mihemed Memdûh Zên (30 salî) û Rehef Ebdilminem (14 salî) ku canê xwe jidest dan û Ebdilminem Mihêmîd û Fereh Ebdilminem Mihêmîd jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan wê rêxistinê, birîndar ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê û Idlibê hatin veguhastin. 2 kesên canê xwe jidest dane ji çekdarên grûpên El Mecid bûn û wek karker zeytûn diçinîn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi dehan bombeyên vedayî bi welatiyên sivîl de teqiyane û bûne qurbanî.

Ji destpêka werzê çinîna zeytûnan li Efrînê, çendîn bombeyên vedayî di tirektor û otombîlên karkerên zeytûnan de diteqin, berî çend rojan bombeyek vedayî li gundê Goliya Jorin jî bombeyek bi tirektorekê de teqiya û 3 kes bûn qurbanî.

 

Tirektora bombe pê de teqiya ye
Tirektora bombe pê de teqiya ye

 

S. B