Li Gabarê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Çiyayê Gabar ser bi parêzgeha Şirnexê ve, mînek ku ji aliyê gerillayên PKK ê ve hatibûn çandin, bi leşkerên Tirkiyê ve, teqiya.
Leşkerên Artêşa Tirkiyê ku li Çiyayê Gabarê derketibûn operasyonê, rastî mînek çandî ya gerillayên PKKê hatin.
Di encama teqînê de, 2 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî brîndar bûn.
Leşkerên Kuştî û brîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bajarê Şirnexê.
Li deverê liv û tevgerên gerillayên PKK, herweha yên Artêşa Tirkiye di dema dawî de zêdetir bûn e.
C.B