Bizavên derxistina Îranê ji Sûryê berdewam im

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li Parîsê li gel hejmarek ji serkirdeyên cîhanê civiya û pirsa derxistina Îranê ji Sûryê bi wan re gotûbêj kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li Parîsê li gel hejmarek ji serkirdeyên cîhanê civiya û pirsa derxistina Îranê ji Sûryê bi wan re gotûbêj kir.

Benjamin Netanyahu li Parîsê li gel serokê Frensa Emmanuel Macron û yê Rûsya Vladimir Putin û yê Amerîka Donald Trump civiya, di civîna xwe de li gel Macron, Netanhayu daxwaz kir ku Firensa fişaran li ser Hikûmeta Lubnanê bike, daku kargehên çekan ên Îranî li wî welatî bên girtin, herwiha behsa çalakiyên Îran li Sûryê kir.

Netanyahu ji rojnamevanan re diyar kir, ku wî di civîna xwe de li gel Putin, behsa ketina firokeya Rûsî kir û bi giştî civîna bi Putin re gellekî giring û baş bû. Lê behsa hûrkariyên civîna xwe bi Serokê Amerîka re nekir.

N.O